Wașington-SANA
Platforma ʺYouTubeʺê ragihand ku wê taybetmendîyeke nû ya bi navê (YouTube Recap) daye destpêkirin, di rêya wê re mirov kare puxteya salane ya vîdyoyên xwe yên lê guhdarî kirine bibîne.
Rojnameya Brîtanî “Independent” dîyar kir ku kurteya taybet heta 12 kartan dihewîne, ronahîyê dixin ser baştirîn kenal, çawanîya guhdanê û şêwazê temaşekirinê, û kesayetên bikarhêneran li ser bingeha qebareya temaşakirina wan li vîdyoyan dabeş dike.
Ev taybetmendî niha li Amerîkaya Bakur berdest e, û tê plankirin ku vê hefteyê li seranserê cîhanê were destpêkirin. Mirov dikare bi rêya bijareya “Tu” anku “You” re ya di sepana ʺYouTubeʺê de yan bi serdana malpera fermî ya ʺYouTubeʺê bigîhêje wê.
Ji bo bikarhêner karibin sûdê ji vê puxteyê wergirin, divê ew ji 13 salî mezintir bin û guhdarîyeke wan a baş hebe û bijarteya jêbirinê ne çalak be.
YouTube malpereke Amerîkî ye, rê dide bikarhênerên xwe ku vîdyoyan bê pere hildin, biweşînin û parve bikin, digel pêkanbûna nivîsandina şiroveyan û danûstandina derbarê naverokê de.