Sîngapûr-SANA
Kompanya Xiamen Airlines ya Çînî, ragihand ku wê dest bi dirêjtirîn geşteya asîmanî ya bazirganîyê di cîhanî de dike ku New York û Fuzhouya Çînî bi hev girêdide û dora 19 saet û 20 xuleyan, bê rawestan berdewam be.
Ev geşta asîmanî xwedîya vê kodê ye ʺJFK-FOCʺ û dê bi balafira Boeing 787 Dreamliner pêk bê, armanc jê berfirehkirina tora kompanyê û mukumkirina girêdana di navbera Çînê û Amerîkayê de ye.
Xiamen tekez kir ku ji ber daxwazên berfireh ev rêya nû dê vebe her weha tekezî li ser rehetîya rêwîyan û başbûna xerckirina sotemenîyê kir.