Şam – SANA
Rêveberîya Ragihandinê ya Serokatîya Komarê ji SANAyê re ragihand ku Serok Ehmed El-Şeri` dê bibe axêverê sereke di Lûtkeya Medyaya Erebî ya 2026 de, ya ku çalakîyên wê sibe Sêşemê li Navenda Bazirganîya Cîhanî ya Dubayê dest pê dikin.
Rêveberîyê da zanîn ku Serok El-Şeri` dê beşdarî dîyalogeke taybet û awarte ya bi sernavê Sûrîya Siberojê bibe; di vê rûniştinê de dê nêrîn û dîtina Sûrîyê ji bo qonaxa bê, girîngtirîn mijarên girêdayî arasteya paşeroja wê û wan guherînên kûr ên ku welat tê re derbas dibe, bîne ziman.
Beşdarîya Serok El-Şeri` di çalakîyên lûtkeyê de tê, ku elîteke rayedar, biryarder, pêşeng û sazîyên medyayî yên cîhana Erebî li hev dicivîne, bi armanca nirxandina rewşa medyayê li herêmê, veguhertinên hemdem û rola wê di şopandina doz û geşedanên Erebî de.
Ofîsa Ragihandinê ya Hikûmeta Dubayê jî dabû eşkerekirin ku Serok El-Şeri` dê bi sifeta axêverê sereke beşdarî lûtkeyê bibe; lûtkeya ku ji bo gotûbêjkirina giringtirîn dosye û mijarên rojeva cîhana Erebî dibe platformeke dîyalogê.