Şam-SANA
Îro Çarşemê, li Koşka Gel a li Şamê, Serok Ehmed El-Şeri’ û xanima xwe Letîfe El-Dirûbî, bi amadebûna Serokê Desteya Niştimanî ya Kesên Winda Mihemed Rida Celxî, pêşwazî li hejmarek malbatên kesên winda kir.
Serok El-Şeri’ û xanima xwe li şahidî û ezmûnên malbatan guhdarî kir, her wisa piştrast kir ku doza kesên winda berpirsyarîyeke niştimanî ye. Ji alîyekî din jî, ji bo lêgerîn û eşkerekirina çarenûsa kesên winda û piştgirîya karê Desteya Niştimanî ya Kesên Winda, amaje bi berdewamîya hewldanan kir.






