Şam-SANA
Serok Ehmed El-Şeri` îro Yekşemê, mersûma hejmar 107 a sala 2026an derxist, ku biryarê li ser jinûveavakirina “Komîteya Niştimanî ya Hawirdekirin û Hinardekirinê” dide.
Li gorî mersûmê, Komîteya Niştimanî ya Hawirdekirin û Hinardekirinê ku di benda (A) ji xala (1) ya mersûma hejmar (263) ya sala 2025an de hatiye dîyarkirin, weha tê nûkirin:
| Serokê Desteya Giştî ya Dergeh û Gumrikan | Serok |
| Wezîrê Aborî û Pîşesazîyê | Endam |
| Wezîrê Darayî | Endam |
| Wezîrê Tenduristîyê | Endam |
| Wezîrê Çandinîyê | Endam |
| Cîgirê Wezîrê Aborî û Pîşesazîyê ji bo Karûbarên Pîşesazîyê | Endam |
| Cîgirê Wezîrê Aborî û Pîşesazîyê ji bo Karûbarên Bazirganîyê | Endam |
| Cîgirê Wezîrê Darayî | Endam |
| Alîkarê Wezîrê Rêveberîya Xwecihî û Jîngehê ji bo Karûbarên Jîngehê | Endam |
| Rêveberê Giştî yê Gumrikan | Endam |
