Şam-SANA
Îro Sêşemê, Serok Ehmed El-Şeri’ li Koşka Gel a li Şamê, bi amadebûna Wezîrê Derve û Koçberan Es’ed Hesen El-Şeybanî û Parêzgarê Dêrezorê Zîyad El-Ayiş, pêşwazî li Mezlûm Ebdî û şanda pê re kir.
Di hevdîtinê de, hejmarek dosyayên girêdayî tevlîbûna di nav sazîyên dewleta Sûrîyê de û pêngavên têkildarî qonaxa bê hatin gotûbêjkirin, bi awayekî ku hebûna dewletê xurt bike û piştgirîyê bide ewlehî û aramîyê.


