Şam – SANA
Serok Ehmed El-Şeri’ mersûma hejmar 147 ya sala 2026an derxist, ku li gorî wê zanîngeheke zanistî ya pispor a perwerdehî û rahênanê di zanistên leşkerî de bi navê (Zanîngeha Niştimanî ya Zanistên Berevanîyê) tê damezirandin. Navenda wê li Şamê ye û xwedî kesayetya hiqûqî û serxwebûna darayî û kargerî ye, her wiha destûr heye ku kolej, peymangeh û navendên ser bi wê ve li Şam û parêzgehan werin damezirandin.
Li gorî mersûmê, zanîngeh ji Akademîya Leşkerî ya Bilind pêk tê ku (Koleja Berevanîyê ya Niştimanî, Koleja Şer a Bilind, Koleja Fermandarî û Sererkanîyê) li xwe digire, her wiha ji van kolejên li jêr pêk tê: (Koleja Şer a Esmanî, Koleja Şer a Deryayî, Koleja Şer a Bejayî, Koleja Zanistên Mirovî û Kargerî, Peymangeha Bilind a Zanistên Teknîkî û Teknolojîyê, Peymangehên Teknîkî yên Leşkerî).