Şam-SANA
Serok Ehmed El-Şeri’ îro li Koşka Gel li Şamê, Nûnerê Taybet ê Amerîkayê ji bo Sûrîyê Thomas Barrack, bi amadebûna Wezîrê Derve û Koçberan Es’ed Hesen El-Şeybanî pêşwazî kir.
Di hevdîtinê de, geşedanên dawî yên rewşa li Sûrîyê û navçeyê, û rêyên xurtkirina hevkarîya aborî di navbera her du welatan de, her weha gelek dosyayên cihê girîngîya hevpar hatin gotûbêjkirin.


