Şam – SANA
Serok Ehmed El-Şeri’ mersûma hejmar (99) a sala 2026an a ku biryara destnîşankirina Mihemed Sefwet Ebdulhemîd Reslan wekî Rêveberê Banka Navendî ya Sûrîyê dide, derxist.
Mihemed Sefwet Reslan:
– Di sala 1981an de ji dayik bûye.
– Xwedîyê bawernameya lîsansê ya zanîngehê di warê Aborîyê (Beşa Hesabkarîyê) de ji Zanîngeha Helebê.
– Xwedîyê dîploma Birêvebirîya Stratejîk ji Zanîngeha Lazarski – Warsaw.
– Xwedîyê bawernameyên pîşeyî yên navdewletî di warê birêvebirina projeyan de ye.
– Rêveberê giştî yê Sindoqa Geşepêdana Sûrîyê bûye.
– Rêveberê karûbarên kredîyê di Banka Dermansaz û Bijîşkan de li Almanyayê bûye.
– Wekî şêwirmend di her du şirketên EY û Capcoyê de xebitîye.
– Wekî pisporê bankî di TARGOBANK û Deutsche Bankê de xebitîye.
– Rêveberê şaxekî di Banka Byblos – Sûrîyê de bûye.
– Xwedîyê ezmûneke zêdetirî 20 salan e di birêvebirina metirsîyên kredîyê, rêveberî û veguherîna dîjîtal de.
– Endamê desteya rêveber a berê ya gelek rêxistinên civakî li Almanyayê bûye.
– Gelek xelat û rêzlêgirtin wekî pêzanîna ji bo hewldanên wî yên di xebatên xwebexşî û xêrxwazîyê de li Almanyayê bi dest xistine.
