Şam-SANA
Serok Ehmed El-Şeri’ bi helkefta Roja Cîhanî ya Jîngehê, tekezî li ser girîngîya parastina xakê û xwedîderketina li nîmetên Xwedê kir. Serok El-Şeri’ dîyar kir ku ew şewat, şape û lehîyên ku bi ser Sûrîyê de hatin, mezinahîya piştgirî û hevgirtina di navbera pêkhateyên gel di parastina jîngeh û çavkanîyên wan de îsbat kir.
Serok El-Şeri’ bi rêya platforma (X)ê îro Înê tekez kir ku pêwîst e em bi hev re ber bi avakirina welatekî kesk û paşerojeke saxlem ve herin, ku hêvîyên nifşan bi cih tîne û beşdarî xebatên avhewayê yên cîhanî dibe bi armanca parastina tenduristî û jîyanê.