Şam – SANA
Serok Ehmed El-Şeri’ pêşwazî li Sererkanê Taybet ê Serokê Komara Fransayê General Vincent Giraud û şandeya pê re kir, bi amadebûna Wezîrê Karên Derve û Koçberan Es’ed Hesen El-Şeybanî, li Koşka Gel a li Şamê.
Di hevdîtinê de behsa hejmarek dosyeyên xwedî berjewendîya hevbeş hat kirin, ligel nirxandina pêşhateyên rewşa herêmê û rêyên xurtkirina hevahengî û hevkarîya di navbera Sûrîye û Fransayê de.


