Cinêv-SANA
Sûrîyê bi rêya şandeke fermî bi serokatîya Rêveberê Giştî yê Desteya Rêveber a Sektora Peywendîyan, Xalid El-Himsî, beşdarîya xwe di çalakîyên Hefteya Cinêvê ya Dîjîtal ya li ser asteke bilind berdewam kir.
Her weha şande beşdarî çalakîyên Foruma Lûtkeya Cîhanî ya Civaka Zanyarîyan bû, û di destpêkirina Lûtkeya Cîhanî ya “Zîrekîya Destkird ji bo Berjewendîya Giştî” li Cinêvê amade bû.
Di rûniştina destpêkirinê de beşdarbûneke navdewletî ya li ser asteke bilind hate dîtin, ku giranî da xurtkirina hevkarîya navdewletî ji bo bikaranîna teknolojîyên zîrekîya destkird ji bo xizmeta geşepêdana domdar û civakan.

Beşdarên lûtkeyê mijarên girêdayî pêşxistina teknolojîyên zîrekîya destkird, hukumranîya yasayî derbarê bikarhênerên wê û bikaranîna wê ya berpirsane di sektorên cuda cuda de, gotûbêj dikin.