Şam – SANA
Di nava 24 saetên borî de, li parêzgehên cuda yên Sûrîyê 4 kesan jîyana xwe ji dest dan û 11 kesên din jî di bûyerên trafîkê û şewatên cihêreng de birîndar bûn, di nav bersivdayîna bilez a tîmên “Wezareta Rewşên Awarte û Birêvebirina Karesatan” de.
Berevanîya Sivîl duh 8 bûyerên trafîkê (3 mirî û 11 birîndar) û 22 şewat (mirina xortekî) tomar kirin. Tîman agir vemirandin, alîkarîya sereke pêşkêş kirin û qurbanî rakirin nexweşxaneyan û bijîşkîya dadî.
Bûyerên trafîkê û şewat rojane dubare dibin û zîyanên canî û maddî yên mezin li pey xwe dihêlin. “Wezareta Rewşên Awarte” tenê di rojekê de (31ê Adara borî) mirina 4 kesan û birîndarbûna 25 kesên din di encama 5 bûyerên trafîkê û 17 şewatan de tomar kiribû.


