- Derbarê rewşa dewletê di sala borî de û proseya avakirin û geşepêdanê de pirsîyar zêde ne. Her kes dizane ku rewş xirab bû; li gorî amaran berhema navxweyî (GDP) di sala 2010an de 60 milyar dolar bû, paşê rewş xirabtir bû, û piştî rizgarkirinê amaran nîşan da ku ev rêje gelekî daketîye.
- Mesrefên hikûmetê li Sûrîyê di sala 2024an de gihîşt 2 milyar dolarî. Di sala 2025an de, me rêjeya geşebûnê nêzî %30 heta %35 bidest xist, û berhema navxweyî gihîşt nêzî 32 milyar dolarî. Her wiha asta mesrefan gihîşt 3 milyar û nîv dolarî, û ji bo cara yekem di dîroka Sûrîyê de zêdebûna budçeyê pêk hat.
- Budçeya ku ji bo sala 2026an hat pejirandin 10 milyar û nîv dolar e, ku ev pênc qat zêdetirî budçeya sala 2024an e. Ev destkeftîyeke pir mezin e ku me di nava salek û çend mehan de pêk anîye.
- Em pêşbînî dikin ku di sala herî kêm de berhema navxweyî bigihîje navbera 60 û 65 milyar dolarî, û em vegerin asta sala 2010an, ku ev yek dê bandoreke erênî li ser xizmetguzarîyan bike.
- Di serê karên me de girtina dosyeya kampan heye, da ku xelk bikaribin vegerin gund û bajarokên xwe yên ku ji alîyê rejîma berê ve hatibûn rûxandin. Me planek amade kirîye û tibabeke baş a diravî ji bo nûjenkirina jêrxaneya gund û bajarokên wêrankirî veqetandîye; xasma li gundewarên Idlib, Heleb, bakurê Hemayê, bakurê Laziqîyê, hin deverên Xûtaya Rojhilat, Dera û Dêrezorê. Em ê sindoqeke piştgirîya jêrxaneyê bi bihayê herî kêm 3 milyar dolar ji mesrefên hikûmetê amade bikin, û ev ê ne alîkarî û ne jî deyn bin.
- Em ê tibabeke taybet ji bo herêmên rojhilat (Dêrezor, Hesekê û Reqa) veqetînin. Em ê bala xwe bidin ser xizmetguzarîyên mîna nexweşxane, dibistan, rê û hwd. Her wiha em ê ji bo baştirkirina jêrxane û xizmetguzarîyan li bajarên din jî bixebitin.
- Herêmên ku herî dawî hatine rizgarkirin gelek çavkanî vegerandin bo dewletê. Ev yek dê piştgirîya aborîya Sûrîyê di warê enerjî, xwarin û avê de bike. %40 ji budçeya îsal dê ji bo xizmetguzarîyên tenduristî, perwerde û mijarên din be.
- Gelek zehmetî li pêşîya civaka Sûrîyê hene û pêdivî pir in. Erka dewletê ye ku bi qasî hêza xwe wan dabîn bike. Çareserkirina rewşa xizmetguzarîyê li Sûrîyê demê dixwaze, ji ber ku hilweşandineke mezin tê de heye, lê em di vê qadê de bi lez dimeşin.
- Derbarê rewşa herêmî de, girîng e em bînin bîra xwe ku Sûrîye di nava 15 salên borî û berî wê de her dem qada şer û nakokîyan bû. Lê îro Sûrîye bi hemû welatên cîran re, çi di asta herêmî û çi di asta navdewletî de, di nava lihevhatinê de ye. Di heman demê de, em bi temamî piştgirîya welatên erebî dikin.
- Îro Sûrîye derbasî qonaxeke nû bûye; ji qada şer û pevçûnan veguherîye qadeke bandorker ji bo aramî û ewlehîyê di asta navxweyî û herêmî de.
- Tiştê ku niha diqewime bûyereke mezin û kêmwêne ye di dîrokê de, ku ji Şerê Cîhanê yê Duyem ve nehatîye dîtin. Em pêngavên xwe bi baldarî diavêjin û dixebitin ku Sûrîyê ji her nakokîyekê dûr bixin, da ku rêya xwe ya geşepêdan û avakirinê biparêze.
- Piştî pêşniyarên Wezareta Darayî, me “kêmtirîn mûçe” dîyar kir û me rêjeyên hejarîyê li ber çavan girt. Her wiha me biryara zêdekirina mûçeyên giştî ji bo hemû karmendan bi rêjeya %50 da. Ji bo bijîşk, endezyar û hin sazîyên pispor ên mîna pişiknînê jî zêdekirinên taybet hatin pejirandin.
- Di dema rizgarkirinê de me gotibû ku em ê mûçeyan bi rêjeya %400 zêde bikin. Îro bi baştirkirina nirxê serfê û bi zêdekirinên dawî, em gihîştin nêzî %550 zêdebûna mûçeyan. Heta hin zêdekirinên taybet gihîştin %1200.
- Erka dewletê ye ku bi qasî ku pêkan be welatîyan bihêz bike. Ev tenê destpêk e. Em şev û roj dixebitin da ku bigihîjin asteke wisa ku layîqî gelê Sûrîyê be; da ku her dem serbilind bin, bi welat û dewleta xwe serbilind bin û hest bi girêdanê bikin.
- Civîna yekem a Encumena Gel dereng ket, ji ber ku me xwest em bisekinin heta ku hilbijartin li herêmên nû hatine rizgarkirin bi dawî bibin. Gelê me gelek hêvîyan bi Encumenê ve girê dide da ku bibe dengê wan û xemên wan bighîne rayedaran.