Bikarxistina vê malpêrê, dide ku tu siyaseta taybetmendiyê u mercên bikaranînê dipejirînî.
Pejirandin
Ajansa Nûçeyan a Erebî ya Sûriyê (SANA)
  • Nûçeyên Sûriyê
  • Nûçeyên cîgehî
  • Aborî
  • Siyaset
  • Nûçeyên Parêzgehan
    • Deraa
    • Dêrazorê
    • Şam
    • Hama
    • Heleb
    • Gundewarê Șamê
    • Hesekê
    • Homs
    • Idlib
    • Laziqiyê
    • Quneytra
    • Reqqa
    • Siwêda
    • Tertûs
  • Werzîş
  • Navnetewî
Reading: Serok El-Şeri’: Pêşgavîya Qonaxa Bê Bidawîkirina Kampan û Vegerandina Xelkê bo Gund û Bajarokên Wan e
  • AR
  • EN
  • TR
  • FR
  • ES
  • Çand û Huner
  • vîdyo
  • Wêne
  • Cêwazî
Ajansa Nûçeyan a Erebî ya Sûriyê (SANA)Ajansa Nûçeyan a Erebî ya Sûriyê (SANA)
  • Nûçeyên Sûriyê
  • Nûçeyên cîgehî
  • Aborî
  • Siyaset
  • Nûçeyên Parêzgehan
  • Werzîş
  • Navnetewî
Search
  • Nûçeyên Sûriyê
  • Hawpolên Hewalan
    • Siyaset
    • Çand û Huner
    • Wêne
    • vîdyo
    • Cêwazî
  • Nûçeyên Parêzgehan
    • Deraa
    • Dêrazorê
    • Şam
    • Hama
    • Heleb
    • Gundewarê Șamê
    • Hesekê
    • Homs
    • Idlib
    • Laziqiyê
    • Quneytra
    • Reqqa
    • Siwêda
    • Tertûs
  •  Zimanekan
    • العربية
    • English
    • Türkçe
    • Français
    • Español
Follow US
Ajansa Nûçeyan a Erebî ya Sûriyê (SANA) > Nûçeyên Sûriyê > Serokatiya Komarê > Serok El-Şeri’: Pêşgavîya Qonaxa Bê Bidawîkirina Kampan û Vegerandina Xelkê bo Gund û Bajarokên Wan e

Serok El-Şeri’: Pêşgavîya Qonaxa Bê Bidawîkirina Kampan û Vegerandina Xelkê bo Gund û Bajarokên Wan e

Hat weşandin: 2026/03/09 3:33 PM
Hat nûkirin: 2026/03/09 3:33 PM

Şam-SANA

Serok Ehmed El-Şeri’ bal kişand ser rola girîng û zindî ya rêxistinên civaka sivîl di piştgirîkirina civaka Sûrîyê di salên şer de û di qonaxa niha de ku li ser jinûveavakirinê û hêsankirina vegera koçberan bo deverên wan radiweste.

Di hevdîtina xwe ligel nûnerên rêxistinên civaka sivîl li Sûrîyê, Serok El-Şeri’ spasîya xwe ji bo karên van rêxistinan di nav 14 salan de dîyar kir, xasma di salên şoreşê de û êş û azarên mirovî yên ku di kampan de hatin kişandin.

Serok El-Şeri’ eşkere kir ku têkilîya di navbera sazîyên hikûmî û rêxistinên civaka sivîl de li ser bingeha temamkirina rolan e. Serok tekez kir ku ya herî giring lihevkirina li ser armancên bilind û xebata bi dilsozî ye ji bo xizmeta civakê, ligel hebûna çavdêrîya hevbeş ku hevkarîyê xurtir dike.

Serok El-Şeri’ dîyar kir ku armanca vê hevdîtinê guhdarîkirina li wan astengîyên ku di dema kar de li pêşîya rêxistinan derdikevin e, da ku dewlet wan çareser bike, ev yek jî bibe sedema lezkirina pêşkêşkirina xizmetguzarîyan ji xelkê re û baştirkirina bersivdayîna pêdivîyên wan.

Serok El-Şeri’ destnîşan kir ku hikûmetê di dawîya sala 2025an de lêkolînên derbarê dosyaya kampan de encam dane. Serok hêvî kir ku sala 2026an bibe saleke ku tê de di vê dosyayê de pêşketineke mezin çêbibe, bi vî rengî ku ji sedî 70 heta 80 yê dîyardeya kampan bi dawî bibe û xelk karibin vegerin gund û bajarokên xwe.

Serok bal kişand ser wê yekê ku pêvajoya jinûveavakirinê dabeşî du rêyan dibe; ya yekem girêdayî bajarên rêkûpêk e ku sektora taybet dikare tê de bi rêya projeyên veberhênanê yên nûjen û li gorî pîvanên avahîsazîyê yên pêşketî beşdar bibe. Rêya duyem jî girêdayî gund û bajarokên gundewar e ku ji bo sektora taybet zehmet e tê de veberhênanê bike.

Serok El-Şeri’ tekez kir ku hewldanên sala borî hinekî belawela bûn û carinan projeyên ji hev cuda dihatin kirin bêyî ku hevahengîyek giştî hebe, lewma wî destnîşan kir ku divê derbasî qonaxa xebata birêkûpêk bibin bi rêya dabeşkirina sektoran û dîyarkirina pêşgavîyan.

Serok El-Şeri’ anî ziman ku komîteyek bi serokatîya Wezîrê Rewşên Awarte û Birêvebirina Karesatan Raid El-Salih hatiye avakirin, ji bo dîyarkirina pêşgavîyan û hevahengîya xebatan di navbera hikûmet û sazîyên civaka sivîl de, da ku çavkanî ber bi nûjenkirina binesazîyê li navçeyên ku herî zêde zîyan dîtine, werin arastekirin.

Wî bal kişand ser wê yekê ku hikûmet xwedîya dane û amaran e ku dê bi rêxistinan re parve bike, bi mebesta aresteya hewldanan ber bi deverên ku hîn kamp lê hene, nexasim li gundewarên Idlib û bakurê Hemayê, û hinek deverên li derdora Helebê, ligel dayîna pêşgavîtîyê ji bo deverên herî zêde zerar dîtine.

Serok El-Şeri’ dîyar kir ku hinek kamp bi derbasbûna demê re veguherîne komelgehên niştecihbûnê yên nîvasayî, lê hinek kampên din hîn bi konan an xanîyên demkî ne di bin sîya wêranbûna tevahî ya gundên resen ên niştecihan, ev yek jî plansazîyeke giştî ji bo jinûveavakirinê dixwaze ku ji deverên herî wêrankirî dest pê bike.

Serok El-Şeri’ tekez kir ku vegerandina xelkê bo deverên wan ne tenê girêdayî nûjenkirina binesazîyê ye, lê belê bernameyeke giştî dixwaze ku xizmetên bingehîn, derfetên kar û piştgirîya aborî li xwe bigire, da ku aramîya niştecihan li deverên wan piştî vegerê misoger bike.

Di dawîya hevdîtinê de, Serok Ehmed El-Şeri’ tekezî li ser giringîya yekkirina sîyasetan û temamkirina hewldanan di navbera hikûmet û sazîyên civaka sivîl de kir, û hêvîya xwe ji bo hevkarîyeke nêzîk di qonaxa bê de anî ziman da ku pêşketineke berçav di dosyaya jinûveavakirinê û vegera koçberan de pêk were.

Serok El-Şeri` û Pûtîn Tekezîyê li ser Xurtbûna Têkilîyên Sûrîye-Rûsyayê Dikin
Serok Ehmed El-Şeri’ ligel Wezîrê Hundir ê Almanyayê Alexander Dobrindt civîya
Serok El-Şeri’ bi Helbestvan, Nivîskar û Rewşenbîrên Ereb re Dicive
​Serok El-Şeri’ li Şamê Pêşwazîyê li Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Dike
Bi Helkefta Cejna Rizgarîyê Serok El-Şeri’ Peyameke Pîrozbahîyê ji Serokê Cezayirê Wergirt
  • Wêne
  • Zanist û Teknolojîya
  • vîdyo
  • Cêwazî
TAGGED:JinûveavakirinKampSazîyên Civaka SivîlSerokê Sûrîyê Ehmed El-Şeri'
Share This Article
Facebook Whatsapp Whatsapp LinkedIn Telegram Copy Link

Editors Choice

Tirkîye Sersaxîyê ji bo Malbatên Qurbanîyên Bûyera Trafîkê ya li ser Rêya Dêrezor û Şamê Dixwaze 

July 26, 2026

Wezîrê Veguhestinê Tekezîyê li ser Giringîya Nûjenkirina Rêya Dêrazor – Şamê Dike

July 25, 2026

Tîma Sûrîyê ya Ciwanên Jin a Futbolê Derbasî Lîstika Dawî ya Qehremanîya Yekîtîya Rojavayê Asyayê Dibe

July 25, 2026

​Guterres li Şamê bi Serokê Encumena Gel û Hejmarek Berpirsan re Civîya

July 25, 2026
Ajansa Nûçeyan a Erebî ya Sûriyê (SANA)

Ajansa Sûriye Erebî ya Nûçeyan – SANA

Ajansa Niştîmanî ya Nûçeyên fermî yên Sûrîyeyê, di 24ê Hezîrana 1965an de hatiye damezirandin. Bi Wezareta Ragihandinê ve girêdayî ye û navenda wê ya sereke li Şamê ye.

  • Sûriyê û Cîhan
  • Serokatiya Komarê
  • Siyaset
  • Nûçeyên cîgehî
  • Aborî
  • Tendrustî
  • Navnetewî
  • Perwerdehî
  • Çand û Huner
  • Werzîş
  • Geşt û Gozar
  • Wêne
  • Zanist û Teknolojîya
  • vîdyo
  • Cêwazî
© Syrian Arab News Agency. All rights reserved.
Welcome Back!

Sign in to your account

Username or Email Address
Password

Lost your password?