Bikarxistina vê malpêrê, dide ku tu siyaseta taybetmendiyê u mercên bikaranînê dipejirînî.
Pejirandin
Ajansa Nûçeyan a Erebî ya Sûriyê (SANA)
  • Nûçeyên Sûriyê
  • Nûçeyên cîgehî
  • Aborî
  • Siyaset
  • Nûçeyên Parêzgehan
    • Deraa
    • Dêrazorê
    • Şam
    • Hama
    • Heleb
    • Gundewarê Șamê
    • Hesekê
    • Homs
    • Idlib
    • Laziqiyê
    • Quneytra
    • Reqqa
    • Siwêda
    • Tertûs
  • Werzîş
  • Navnetewî
Reading: Serok El-Şeri’ ji CBS NEWSê re: Her Taybetmendîyeke Çandî yan Civakî ya Pêkhateya Kurd Dê bi Qanûnê Were Parastin
  • AR
  • EN
  • TR
  • FR
  • ES
  • Çand û Huner
  • vîdyo
  • Wêne
  • Cêwazî
Ajansa Nûçeyan a Erebî ya Sûriyê (SANA)Ajansa Nûçeyan a Erebî ya Sûriyê (SANA)
  • Nûçeyên Sûriyê
  • Nûçeyên cîgehî
  • Aborî
  • Siyaset
  • Nûçeyên Parêzgehan
  • Werzîş
  • Navnetewî
Search
  • Nûçeyên Sûriyê
  • Hawpolên Hewalan
    • Siyaset
    • Çand û Huner
    • Wêne
    • vîdyo
    • Cêwazî
  • Nûçeyên Parêzgehan
    • Deraa
    • Dêrazorê
    • Şam
    • Hama
    • Heleb
    • Gundewarê Șamê
    • Hesekê
    • Homs
    • Idlib
    • Laziqiyê
    • Quneytra
    • Reqqa
    • Siwêda
    • Tertûs
  •  Zimanekan
    • العربية
    • English
    • Türkçe
    • Français
    • Español
Follow US
Ajansa Nûçeyan a Erebî ya Sûriyê (SANA) > Nûçeyên Sûriyê > Serokatiya Komarê > Serok El-Şeri’ ji CBS NEWSê re: Her Taybetmendîyeke Çandî yan Civakî ya Pêkhateya Kurd Dê bi Qanûnê Were Parastin

Serok El-Şeri’ ji CBS NEWSê re: Her Taybetmendîyeke Çandî yan Civakî ya Pêkhateya Kurd Dê bi Qanûnê Were Parastin

Hat weşandin: 2025/10/17 11:51 AM
Hat nûkirin: 2025/10/17 11:51 AM

Şam-SANA

Serok Ehmed El-Şeri’ tekez kir ku rizgarkirina Sûrîyê xaleke dîrokî ya werçerxanê bû ku dawî li dûrbûna bêhtirî 40 salî anî û dîyar kir ku civaka navdewletî bi dûrketina Sûrîyê ji çarçoveya xwe ya cîhanî zîyaneke mezin dîtiye.

Serok El-Şeri’ di hevpeyvînekê de ligel kanala Amerîkî CBS NEWSê, eşkere kir ku Sûrîyê di salên borî de çavkanîya koçberîyê, navenda pîşesazîya keptagonê, bikaranîna çekên kîmyawî û qada nakokîyên herêmî û navdewletî yên aloz bû.

Derbarê dosyeya bakurrojhilatê Sûrîyê de, Serok El-Şeri’ tekez kir ku peymana 10ê Adarê bi “HSD”ê re xwedî qebûlkirineke gelêrî ya berfireh e û mafên Kurdan di çarçoveya destûra Sûrîyê de misoger dike û her taybetmendîyeke çandî yan civakî ya pêkhateya Kurd dê bi qanûnê were parastin. Serok El-Şeri’ her wiha tekezî li ser redkirina her hewldaneke cudaxwaz kir, xasma ku piranîya niştecihên herêmê ji pêkhateya Ereb in ku girêdayî dewleta Sûrîyê ne û heta di nava civaka Kurd bi xwe de jî lihevkirineke seranserî li ser “HSD”ê nîne.

Serok El-Şeri’ bal kişand ser wê yekê ku “HSD”ê di dema şerê li dijî DAIŞê de bi piştgirîya Amerîkayê û hin welatên rojavayî hate damezirandin, lê piştî ku dewleta Sûrîyê serwerîya xwe ji nû ve bi dest xist, êdî pêwîstî bi hebûna rêxistinên bi vî rengî nemaye. Serok El-Şeri’ dîyar kir ku ev dabeşkirinên leşkerî û ewlehîyê yekîtîya welêt lawaz dikin û gefê li aramîya wî dixwin.

Serok El-Şeri’ anî ser zimên ku ji dema rizgarkirinê ve armanceke zelal hatiye danîn ku çek tenê di destê dewletê de bin û her pirrengîyek di alîyên çekdar de dê bibe sedema nearamîyên ewlehîyê yên navxweyî û dê bandorê li seranserê herêmê bikin.

Serok El-Şeri’ behsa ezmûna xwe ya kesîtî di şerê li dijî rêxistina DAIŞê de kir ku zêdetirî deh salan rûbirûbûnyî wan bû û destnîşan kir ku Sûrîyê îro xwedî ezmûneke berfireh e di têkoşîna li dijî vê rêxistinê de, di nav de birêvebirina dosyeyên hestyar ên wekî Kampa Holê ku ji ber fikrên tundrew ên ku tê de çêdibin, dibe metirsîyeke ewlehîyê ya mezin.

Serok El-Şeri’ eşkere kir ku ne alîyên li bakurrojhilatê welêt lê hikûmeta Sûrîyê alîyê rewa ye ku rasterast bi vê dosyeyê re tev bigere, û ji roja yekem ve ji Amerîkayê û dewletên pêwendîdar re gotiye û bal kişand ser wê yekê ku Sûrîyê dikare van pirsgirêkan bi tena xwe çareser bike.

Serok El-Şeri’ tekez kir ku Sûrîyê dewleta qanûn û hemwelatîbûnê ye, ku hikûmeteke cihêreng ku wezîrên ji hemû pêkhateyên gelê Sûrîyê tê de cih digirin, hatiye avakirin.

Serok El-Şeri’ û Şah Charles III Rêyên Pêşxistina Hevkarîya Her du Welatan Gotûbêj Dikin
Serok El-Şeri’ ji “Fox News”ê re: Hevdîtina Trump Bingeha Têkilîyên Stratejîk di Navbera me de datîne
Mersûma Serokkomarîyê ya Derbarê Kompanyên Parastinê
Mersûmek bo Erkdarkirina Osama Ebû Zeyd Wekî Alîkarê Wezîrê Enerjîyê ji bo Karûbarên Av û Elektrîkê
Serok El-Şeriʼ li Koşka Gel Pêşwazî li Şandeya Encumena Ewlehîyê ya Navdewletî Kir
  • Wêne
  • Zanist û Teknolojîya
  • vîdyo
  • Cêwazî
TAGGED:Ehmed El-ŞeriSerokê Sûrîyê
Share This Article
Facebook Whatsapp Whatsapp LinkedIn Telegram Copy Link

Editors Choice

Gotûbêjên Sûrî-Tirkî li ser Rêyên Bihêzkirina Pevguhertina Bazirganî

September 17, 2026

Serok Ehmed El-Şeri` ligel Wezîrê Enerjîyê Dosyeya Sotemenîyê Gotûbêj Dike

September 17, 2026

Salî Şobet ligel Karbidestê Holandayê Xurtkirina Pêwendîyan û Vegera Penaberên Sûrî Gotûbêj Dike

September 17, 2026

​Wezîrê Aborî ji bo Gotûbêjkirina Derfetên Hevkarîya Bazirganî Sibe Diçe Ozbekistanê

September 16, 2026
Ajansa Nûçeyan a Erebî ya Sûriyê (SANA)

Ajansa Sûriye Erebî ya Nûçeyan – SANA

Ajansa Niştîmanî ya Nûçeyên fermî yên Sûrîyeyê, di 24ê Hezîrana 1965an de hatiye damezirandin. Bi Wezareta Ragihandinê ve girêdayî ye û navenda wê ya sereke li Şamê ye.

  • Sûriyê û Cîhan
  • Serokatiya Komarê
  • Siyaset
  • Nûçeyên cîgehî
  • Aborî
  • Tendrustî
  • Navnetewî
  • Perwerdehî
  • Çand û Huner
  • Werzîş
  • Geşt û Gozar
  • Wêne
  • Zanist û Teknolojîya
  • vîdyo
  • Cêwazî
© Syrian Arab News Agency. All rights reserved.
Welcome Back!

Sign in to your account

Username or Email Address
Password

Lost your password?