Gundewarê Şamê – SANA
Hevjîna cenabê Serok Ehmed El-Şeri′, xanim Letîfa El-Dirûbî, serdana dibistana “El-Ibda’” a li bajarê Dareyayê yê li gundewarê Şamê kir. Armanca serdanê agahdarbûna ji rewşa perwerdeyê bû, piştî ku dibistan hat nûjenkirin û careke din derîyên xwe li ber xwendekaran vekirin.
Xanim El-Dirûbî serdana xwe bi gerîyaneke di nav polên xwendinê de dest pê kir. Di nav polan de ligel xwendekar û mamosteyan rûnişt, guhdarîya ezmûnên wan û astengîyên sereke yên ku di perwerdeyê de bi wan re rû bi rû dimînin kir. Wê tekezî li ser giringîya piştgirîkirina jîngeha perwerdeyê û xurtkirina rola dibistanê di avakirina paşeroja nifşan de kir.
Her wiha beşdarî bernameyeke hunerî û çandî bû ku ji alîyê xwendekaran ve hatibû amadekirin; tê de xwendina Quranê, helbest û sirûdên komî hebûn. Paşê xanimê ligel rêveberîya dibistanê û mamosteyan civînek pêk anî da ku daxwaz û pêdivîyên wan ên ji bo pêşxistina perwerdeyê li herêmê nas bike.
Hêjayî gotinê ye ku dibistana “El-Ibda’” di sala 2025an de bi hewldanên Komeleya Dilên Dilovan (El-Qulub El-Rehîme) û komek jinên Şamî hatibû nûjenkirin, da ku careke din rola xwe ya perwerdeyê di xizmeta keçên bajarê Dareyayê de bileyîze.






