Bikarxistina vê malpêrê, dide ku tu siyaseta taybetmendiyê u mercên bikaranînê dipejirînî.
Pejirandin
Ajansa Nûçeyan a Erebî ya Sûriyê (SANA)
  • Nûçeyên Sûriyê
  • Nûçeyên cîgehî
  • Aborî
  • Siyaset
  • Nûçeyên Parêzgehan
    • Deraa
    • Dêrazorê
    • Şam
    • Hama
    • Heleb
    • Gundewarê Șamê
    • Hesekê
    • Homs
    • Idlib
    • Laziqiyê
    • Quneytra
    • Reqqa
    • Siwêda
    • Tertûs
  • Werzîş
  • Navnetewî
Reading: Serok El-Şeri’ Pîrozbahî li Tîma Niştimanî ya Sûrîyê Kir
  • AR
  • EN
  • TR
  • FR
  • ES
  • Çand û Huner
  • vîdyo
  • Wêne
  • Cêwazî
Nûçeya lezgîn:
Wezareta Hundirîn ya Sûrîyê Tekezîyê li ser Redkirina Zêdegavîyan û Pêwîstîya Serwerîya Qanûnê Dike
Emîndarîya Giştî ya Serokatîya Komarê: Pêncşema Bê bi Boneya Sersala Zayînî Bêhnvedana Fermî ye
Efrîn Ji Nû Ve Dibiriqe: Kampanyaya Ronîkirina Kolanên Efrînê
Destpêkirina Lîreya Nû Gavek e bo Girêdana Aborîya Sûrîyê bi Sîstema Darayî ya Navneteweyî re
Rêveberê Banka Navendî: Guhertina Dirav Bandorê li Nirxan Nake
Bi Amadebûna Serok El-Şeri’.. Diravê Nû yê Sûrîyê li Şamê Hate Destpêkirin
Li Laziqîyê di Êrîşa Paşmayên Rejîma Berê de 4 Mirî û 108 Birîndar
Sûcekî Hovane Bakurê Sûrîyê Dihejîne.. Dîtina Cenazeyê Zarokekî Xeniqandî li Hundirê Avahîyekê li Efrînê
Berdevkê Wezareta Navxwe: Reftareke Qanûnî û Profesyonel bi Bûyerên Peravê re tê Kirin
Endamekî Şaneya Tawanbar a “Seraya El-Cewad” li Ceblê Hat Girtin
Rêveberîya Konsulxaneyê Rawestandina Demkî Ragihand ji bilî Hola Wezaretê a Şamê
Wezareta Hundirîn: Derbirîna Ramanê bi Rengekî Aştîyane Mafekî Parastî ye bo Tevahîya Gelê Sûrîyê
Parêzgerê Tertûsê: Bermayîyên Rejîma Revîyayî Hewl Didin Alozîyan Derxin
Girtina Tawankarekî ku Tawanên Giran ligel Rejîma Berê li Derayê Pêk Anîne
Grûpên Artêşa Erebî ya Sûrî bi Piştgirîya Alavên Zirîpûş û Tankan li Çerxerêya El-Ezherî li Laziqîyê Belav Dibin
Ajansa Nûçeyan a Erebî ya Sûriyê (SANA)Ajansa Nûçeyan a Erebî ya Sûriyê (SANA)
  • Nûçeyên Sûriyê
  • Nûçeyên cîgehî
  • Aborî
  • Siyaset
  • Nûçeyên Parêzgehan
  • Werzîş
  • Navnetewî
Search
  • Nûçeyên Sûriyê
  • Hawpolên Hewalan
    • Siyaset
    • Çand û Huner
    • Wêne
    • vîdyo
    • Cêwazî
  • Nûçeyên Parêzgehan
    • Deraa
    • Dêrazorê
    • Şam
    • Hama
    • Heleb
    • Gundewarê Șamê
    • Hesekê
    • Homs
    • Idlib
    • Laziqiyê
    • Quneytra
    • Reqqa
    • Siwêda
    • Tertûs
  •  Zimanekan
    • العربية
    • English
    • Türkçe
    • Français
    • Español
Follow US
Ajansa Nûçeyan a Erebî ya Sûriyê (SANA) > Nûçeyên Sûriyê > Serokatiya Komarê > Serok El-Şeri’ Pîrozbahî li Tîma Niştimanî ya Sûrîyê Kir

Serok El-Şeri’ Pîrozbahî li Tîma Niştimanî ya Sûrîyê Kir

4 weeks ago

Şam-SANA

Piştî serkeftina li hember Tûnisê bi goleke bêberamber di Kûpaya Ereban de ku li Qeterê tê lidarxistin, Serok Ehmed El-Şeri‘ pêwendîyeke telefonî ya vîdyoyî bi şanda Tîma Niştimanî ya Futbolê re encam da. Di pêwendîyê de, Serok El-Şeri’ ji bo vê serkeftina ku kêf û şahî xiste dilê hemû Sûrîyan, pîrozbahî li Tîma Niştimanî ya Sûrîyê kir.

Di pêwendîya xwe ya vîdyoyî de, Serok El-Şeri’ destxweşî li lîstikvanên Tîma Niştimanî ya Sûrîyê kir û wiha ji wan re got: “Ev serkeftin gîyanê îrade û rijdîya we nîşan dide.”

Serok El-Şeri’ tekez kir ku werziş qadeke girîng e ji bo qerebûkirina Sûrîyan ji azar û zîyanên ku di 14 salên borî de dîtin û ragihand ku her gaveke ku tîma niştimanî bi dest dixe, dibe sedemê kêfxweşkirina gelê Sûrîyê û bilindkirina navê Sûrîyê.

Serok El-Şeri’ wiha pê de çû: “We bi vê lîstika xwe ya hêja dilê hemû Sûrîyan xweş û şa kir. Em hêvî dikin beşdarîyeke we ya mezin hebe ji bo ku hûn wan kêfxweştir bikin. Divê hûn himeta xwe xurt bikin û bi deyax bin. Em ê jî ji hêla xwe ve, bi piştevanîya çend welatên ku veberhênana di vî warî de girtine ser xwe, ji bo başkirina binesazîya yarîgeh û otêlên werzişê kar bikin.”

Her wiha Serok El-Şeri’ rahênerê tîmê jî ji bîr nekir û spasîyeke taybet li rahênerê Spanyayî yê tîmê Jose Lana kir û hewldanên wî di birêvebirina tîmê de bilind nirxand. Li dawîyê jî, Serok El-Şeri’ piştrast kir ku karê hevbeş di navbera stafê teknîkî û lîstikvanan de serkeftinan çêdike û hêvîya serkeftinên zêdetir jê re xwest di rêvebirina tîmê de ber bi bidestxistina destkeftên mezintir, nemaze gihîştina Kûpaya Cîhanê.

Ji alîyê xwe ve, endamên Tîma Niştimanî ya Sûrîyê spasîya xwe ji El-Şeri’ re ji bo vê destpêşxerîya wî nîşan dan û tekezî li ser vîn û rijdîya ji bo bidestxistina destkeftên goga pê yên siberojê kirin.

Tîma Niştimanî ya Sûrîyê ya mêran a futbolê duh Duşemê dest bi rêwîtya xwe di Kûpaya Ereban de kir ku li Qeterê tê sazkirin, bi serkeftina li ser Tûnisê bi goleke bêberamber di lîstika ku li Yarîgeha Ehmed Bin Elî li Dohayê hat lidarxistin. Lîstikvanê navdar Omer Xirêbîn di xuleka 49an de gola Tîma Niştimanî ya Sûrîyê tomar kir.

Serok Ehmed El-Şeri’ li Dohayê Serdana Kanala El-Cezîreyê dike
Serok El-Şeri Rêyên Xurtkirina Ewlehî û Aramîyê bi Barak re Gotûbêj Dike
Serok El- Şeri` ji bo Beşdarîya Foruma Dohayê ya 2025an Gihîşt Paytexta Qeterê
Şahê Urdunê di Cejna Rizgarîyê de Pîrozbahîyê li Serok El-Şeri’ Dike
Serok El-Şeri’ ligel Wezîrê Navxwe û Fermandarên Ewlehîyê li Parêzgehan Civîya
  • Wêne
  • Zanist û Teknolojîya
  • vîdyo
  • Cêwazî
TAGGED:Ehmed El-Şeri’Serokê SûrîyêTîma Niştimanî
Share This Article
Facebook Whatsapp Whatsapp LinkedIn Telegram Copy Link

Editors Choice

Wezîrê Darayî Behsa Diravê Nû yê Sûrîyê û Rola Wî di Qonaxa Çaksazîya Aborî û Darayî de Dike

5 hours ago

Di Sala 2025an de Zêdetirî 3 Hezar Koçberî di Dema Hewldana Gihîştina Spanyayê de Jîyana Xwe ji Dest Da

7 hours ago
7

Parêzgarê Siwêdayê bi Nûnerê Heyva Sor û Hejmarek Rûspîyên Eşîran re ji bo Gotûbêjkirina Kêşeyên Wan Civîya

8 hours ago

Temamkirina Qonaxa Yekem a Projeya Nûjenkirina Dibistanên Zîyandîtî li Îdlib û Helebê

8 hours ago
Ajansa Nûçeyan a Erebî ya Sûriyê (SANA)

Ajansa Sûriye Erebî ya Nûçeyan – SANA

Ajansa Niştîmanî ya Nûçeyên fermî yên Sûrîyeyê, di 24ê Hezîrana 1965an de hatiye damezirandin. Bi Wezareta Ragihandinê ve girêdayî ye û navenda wê ya sereke li Şamê ye.

  • Sûriyê û Cîhan
  • Serokatiya Komarê
  • Siyaset
  • Nûçeyên cîgehî
  • Aborî
  • Tendrustî
  • Navnetewî
  • Perwerdehî
  • Çand û Huner
  • Werzîş
  • Geşt û Gozar
  • Wêne
  • Zanist û Teknolojîya
  • vîdyo
  • Cêwazî
© Syrian Arab News Agency. All rights reserved.
Welcome Back!

Sign in to your account

Username or Email Address
Password

Lost your password?