Şam – SANA
Serokê Sûrîyeyê Ehmed El-Şeri’ îro li Şamê pêşwazîya şandeke Kongresa Amerîkî bi serokatîya endamê Encumena Nûneran Darin LaHood kir. Ev hevdîtin bi mebesta gotûbêjkirina awayên bihêzkirina hevkarîya di navbera her du welatan de û bi amadebûna Wezîrê Derve û Koçberan Es’ed Hesen El-Şeybanî pêk hat.
Di civînê de, nêrîn li ser hin mijarên navneteweyî yên ku cihê girîngîya hevbeş in hatin pevguhertin. Her wiha tekezî li ser girîngîya berdewamkirina pêwendîya avaker a di navbera her du alîyan de hat kirin, bi awayekî ku xizmeta berjewendîyên hevbeş bike û beşdarîyê di piştevanîya aramîya herêmî de bike.