Şam-SANA
Serok Ehmed El-Şeri’ bi rêveberên bankên giştî re civîya. Rêveberê Banka Navendî ya Sûrîyê Ebdulqadir El-Hesrîye jî di civînê de amade bû. Rewşa sektora bankî ya hikûmî û rola wê di qonaxa aborî ya bê de û derfetên berdest di civînê de hatin gotûbêjkirin.
Di civînê de, rewşa karê bankên giştî û planên pêşveçûna dezgehvanî û xebitandinê hatin nirxandin. Her wisa rêyên reformê bi armanca nûkirina binesazîya sektora bankî û bilindkirina kalîteya wê hatin behskirin da ku ev sektor ji bo bicihanîna daxwazên darayî û yên pêşkeftinê di qonaxa bê de, amade be.

Serok El-Şeri’ pêdivîya pêşxistina amûrên karê bankî yê hikûmî û berfirehkirina rola wê di piştgirîya aramîya diravî û fînanskirina planên başbûna aborî de tekez kir.

