Riyad-SANA
Serok Ehmed El-Şeri’ bi amadebûna Wezîrê Karên Derve û Koçberan Es’ed Hesen El-Şeybanî, Wezîrê Aborî û Pîşesazîyê Nîdal El-Şe’ar û Wezîrê Darayî Mihemed Yisir Bernîye, bi serokê Encumena Karan ya Siûdî-Sûrî, Mihemed Ebû Neyan re civîya.
Di civînê de, pêşketinên dawî yên têkildarî çalakîyên Encumenê hatin nirxandin, û rêyên pêşxistina tevkarîya aborî û veberhênanê di navbera her du welatan de, bi taybetî di warên binesazî, enerjî û jinûveavakirinê de hatin gotûbêjkirin.


