Şam-SANA
Serok Ehmed El-Şeriʼ bi amadebûna wezîr û parêzgaran, serokatîya civîneke berfirek kir, di wê civînê de pêşhateyên sîyasî, ewlehî û leşkerî hatin gengeşekirin, her weha raporên serkeftinên sektorên cuda hatin pêşkêşkirin.

Wezîrê Karê Derve Esʼed El-Şeybanî, tekez kir ku Sûrîya bûye çîrokeke serkeftina niştimnî û rola beşdarîyên Serok El-Şeriʼ yên navdewletî di xurtkirina cihê welat de, pêşketinên di dosyaya cezayên li ser Sûrîyê de, îmzekirina lihevkirinên nû û başkirina têkilîyan bi Amerîkayê re, destnîşan kir.
Wezîrê Navxweyî, Enes Xetab da xuyakirin ku rewşa ewlehîyê baş bûye û qaçaxîya madeyên hişbir bi rêjeya 90% kêm bûye, her weha Wezîrê Berevanîyê tekezî li ser giringîya perwerdekirina kadiroyên leşkerî kir.

Wezîrê Rewşên Awarte amaje kir ku tîmên bersivdanê amade ne, û parêzgaran astengî û serkeftinên li parêzgehên xwe pêşkêş kirin.
Rêveberê Sindoqa Geşepêdanê tekezî li ser dadmendîya di dabeşkirina dahatan de kir, her weha serokê Desteya Veberhênanê behsa giringîya hêsankirina rêşûnan kir û plana pêşvebirina balefirgehên Şamê û Helebê hate pêşkêşkirin.
Di dawîya civînê de, Serok El-Şeriʼ hin rênimayên xutrkirina hemahengîyê di navbera sazîyên dewletê de û piştgirîya pêvajoya geşepêdanê, pêşkêş kirin.





