Serok Ehmed El-Şeri’ mersûma hejmar (188) a sala 2025an derxist ku betlaneyên fermî yên peredayî ji bo karmendên dewletê dîyar dike.
Di madeya 1ê ya deqê mersûmê de, ev yek hatibû dîyarkirin:
Madeya (1): “Cejnên fermî û rojên ku karmendên dewletê yên ku dikevin ber humkên yasaya bingehîn, ji betlaneya wan rojan sûdmend dibin ku kirêya rojeke tam -li gorî ku li xwarê hatiye dîyarkirin- ji wan re tê hesibandin.”
| Cejna Remezana Pîroz | Sê roj |
| Cejna Qurbanê ya Pîroz | Çar roj |
| Cejna Sersala Koçî | Rojek |
| Cejna Jidayîkbûna Pêxember | Rojek |
| Cejna Sersala Zayînî (di 1ê Kanûna Duyem de) | Rojek |
| Cejna Jidayîkbûnê ya hemû Mezhebên Xiristîyanî (di 25ê Kanûna Yekem de) | Rojek |
| Cejna Dayikê 21ê Adarê de ye | Rojek |
| Cejna Çolkirinê (Cela’ê) (17ê Nîsanê ye) | Rojek |
| Cejna Qîyametê li cem mezhebên Xiristîyanên Rojhilatî | Rojek |
| Cejna Qîyametê li cem mezhebên Xiristîyanên Rojavayî | Rojek |
| Cejna Karkeran (1ê Gulanê) | Rojek |
| Cejna Rizgarîyê (8ê Kanûna Yekem) | Rojek |
| Cejna Şoreşa Sûrîyê (18 Adarê) | Rojek |