NewYork-SANA
Ji dema rûxana rejîmê ve, me sîyaseteke zelal danî ku li ser çend stûnên serekî hatiye avakirin: Dîplomasîya hevseng, seqamgîrîya ewlehîyê û geşepêdana aborî.
Em ji bo dagirtina valahîya desthilatê tev gerîyan, me banga dîyalogeke niştimanî ya giştgir kir, me hikûmeteke teknokrat ragihand, me prensîpa hevbeşîyê bihêz kir. Me desteyeke niştimanî ji bo dadwerîya veguhêz û ya din jî ji bo kesên bêserûşûn damezirand, ew jî ji bo dadwerî û wekhevîyê ji bo wan kesên ku stem li wan hatiye kirin.
Em di hilbijartinên nûnerên gel ên Encumena Yasadanînê de, berdewam in. Me sazî û dezgehên sivîl û leşkerî, bi hilweşandina hemû desteyên berê, ji nû ve birêxistin, ew jî li gorî prensîpa ku çek tenê di destê dewletê de be.
Bi çalakîyeke dîplomatî ya berfireh, Sûrîyê pêwendîyên xwe yên navdewletî vegerandin û têkilîyên herêmî û cîhanî ava kirin. Ew jî bûn sedema rakirina hinohino ya piranîya sizayan ji ser Sûrîyê. Em daxwaza rakirina tam a wan sizayan dikin, da ku careke din nebin amûrekî destgîrîya gelê Sûrîyê û desteserkirina azadîya wî.
Me yasayên veberhênanê guhertin, kompanîyên mezin ên herêmî û navdewletî dest pê kir ku bikevin nav bazara Sûrîyê û di rêya veberhênanê beşdarîyê di pêvajoya jinûveavakirinê de bikin.
Sûrîya, îro, bi avakirina sazî û yasayên rêkxistî yên ku mafên hemûyan bê cudahî misoger dikin, dest bi damezirandina dewleteke nû kir ku xwe ji nû ve ava bike.
Sûrîye welatekî xwedî şaristanî û çandeke dîrokî ye, û hêja ye ku bibe dewleteke yasayê ku hemûyan biparêze, maf û azadîya herî kesî biparêze û misoger bike. Dewleteke ku jîyan di bin sîbera wê de geş bibe, û rûpela rabirdûya nexweş bê pêçan, da ku em rûmet û serbilindîya Sûrîyê vegerînin.