New York-SANA
Serokê Komara Erebî ya Sûrîyeyê, Ehmed El-Şara, di xula 80emîn a Komeleya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî de li New Yorkê, gotarek pêşkêş kir.
Ji bo berdewamîya Serpêhatîya Sûrîyeyê, ez îro li ber we serkeftina heqîyê li ser neheqîyê radigihînim: “Hem bibêje: “Heqî pêk hat û neheqî têk çû, misoger neheqî her têkçûyî ye!””
Îro Sûrîye, di nav neteweyên cîhanê de, vegerîyaye şûna xwe şayistî wê. Ev daxuyanî, îradeya gelekî gewre nîşan dide, ku li seranserî her serdemekê, rûmet nexişandiye û her gav ji nav kavilan rabûye da ku maf, azadî û rûmeta xwe dîsa bi dest ve bîne.
Li ser navê gelê Sûrîyeyê, ez spasîyê digihînim hemî kesên ku li kêleka doza wî sekinîne, di trajedîya wî de alîkarîya wî kirine û li welatê xwe pêşwazî lê kirine. Her weha spasîya xwe ji hemî welat û gelên cîhanê re pêşkêş dikim ku ji bo serkeftina îradeya gelê Sûrîyeyê, kêfxweş bûne û îro di rêya wî ya ber bi aştî û serfirazîyê ve, li kêleka wî ne.
Spasîya taybetî jî ji bo Tirkîye, Qeter, Mîrnişîna Erebistana Siûdî, hemî welatên Erebî û Îslamî, Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê û Yekîtîya Ewropayê ye.
Êşa ku Sûrîyeyê dîtiye, ji kesî re naxwaze. Ji nav hemî gelan, em ji her kesî bêhtir bi zehmetî û dijwarîya ceng û malwêranîyê dihesin, ji bo wê yekê, em piştgirîyê didin gelê Xezzeyê, zarok û jinên wê, û hemî gelên din ên ku rastî binpêkirin û êrîşan tên, û em daxwaza bidawîanîna yekser ya şer dikin.
Serpêhatîya Sûrîyeyê hîn bi dawî nebûye, belkû berdewam e di pêkanîna werzekî xwe yê nû de ku navnîşana wê “aştî, xweşî û geşepêdan e!”