New York-SANA
Nûnerên hindek dewletên endamên Neteweyên Yekbûyî bi amadebûna nûnerê Sûrî Îbrahîm Ulebî, îro Înê li pêşberî Encumena Ewlekarîyê li New Yorkê çalakîyek li dar xist; tê de derbasbûna neyasayî ya serokwezîrê dagirkerîya Îsraîlê Binyamîn Netanyahu bo nav axa Sûrîyê hat șermezarkirin, her wiha di heman çalakîyê de tekezî li ser serwerî, yekîtî û yekparçeyîya axa Sûrîyê hat kirin.
Ulebî di gotara xwe ya çalakîyê de got ku serwerî ne bijarteyî ye û yekparçeyîya axê ne cihê danûstandinê ye; ew stûna jêneger a pergala navdewletî ye û xeta yekem a bergirîyê ye li hemberî nearamîya cîhanî, û têkdana wê tê wateya hilweşîna heman çarçoveya ku aştî û pergalê diparêze.
Ulebî lê zêde kir û got: “Berî du rojan, di nehê Îlona 2026an de, berpirsên Îsraîlî derbasî nav axa Sûrîyê bûn û berê xwe dan lûtkeya Çîyayê Şêx. Ev yek ji ber berdewamîya hebûna leşkerî ya Îsraîlê û derbasbûnên dubare yên nav axa Sûrîyê pêk hat.”