Lahey-SANA
Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî, îro Înê ragihand ku Brîtanya bi qasî 585 hezar euro bexşîn pêşkêşî Sindoqa Pêbawerîyê ya Şandeyên Sûrîyê kirine, ji bo piştgirîya xebata teknîkî ya rêxistinê li wî welatî.
Rêxistinê di daxuyanîyekê de ku li ser malpera xwe ya elektronîk weşandiye, got: Ev alîkarî dê rê bide berdewamkirina çalakîyên teqezkirinê û belavkirina şandeyên pisporan li Sûrîyê, bi awayekî ku piştgirîya cîbicîkirina tam a Peymana Qedexekirina Çekên Kîmyewî bike.
Rêxistinê piştrast kir ku karê wê li Sûrîyê stûneke bingehîn e ji bo peyama wê ya ku armanc jê pîvana cîhanî ya li dijî çekên kîmyewî biçespîne.
Li alîyê din jî, da zanîn ku Brîtanyayê her wiha 175,500 euro ji bo Sindoqa Pêbawerîyê ya cîbicîkirina Benda Dehem a peymanê pêşkêş kirine; ev pere ji bo hêsankirina dabînkirina alav, rahênan, şîyan, piştgirîya lojîstîkî û alîkarîyeke teknîkî ya bêtir ji bo Ukraynayê tê bikaranîn, da ku şîyana wê ya rûbirûbûna metirsîyên têkildarî çekên kîmyewî xurt bike.
Di vê çarçoveyê de, Nûnerê Daîmî yê Brîtanyayê li Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî Christopher Maxwell Rampling got: “Di qonaxeke hestyar de ku rêxistin tê re derbas dibe, ev fînansekirin dê di pêkanîna alîne girîng ên xebata wê de bibe alîkar, di nav de hewldanên berdewam ên li Sûrîyê, û piştgirîya Ukraynayê di rûbirûbûna gefên çekên kîmyewî û bikaranîna wan de, her wiha projeyên din ên dîyarkirî ji bo avakirina şîyanan.”