El-Mename – SANA
Behreynê duh pêncşemê pêşwazî li biryara Encûmena Parêzvanan a Ajansa Navdewletî ya Enejîya Atomî ya li ser bidawîanîna lêkolîna li ser benda cîbicîkirina peymana garantîyan li Komara Erebî ya Sûrîyê kir, û ew wekî geşedaneke erênî nirxand ku pêşketina di rêya hevkarîya Sûrîyê ya bi rêxistinên navdewletî û herêmî re bi zelalî û berpirsyarî li gorî rêgezên yasaya navdewletî nîşan dide.
Wezareta Derve ya Behreynê, di daxuyanîyekê de ku li ser malpera xwe ya fermî belav kiriye, helwesta welatê xwe ya piştgir ji Komara Erebî ya Sûrîyê re û piştevanîya wî ji sazîyên Sûrîyê yên neteweyî û destûrî re nû kir, bi awayekî ku yekîtî, serwerî û selametîya axa wê biparêze, û daxwazên gelê wê yên ji bo ewlehî, aramî û geşedanê pêk bîne pê re jî rola wê ya katrtêker li nav derdora wê ya Erebî û navneteweyî vegerîne.
Wezaretê kar û bizavên Grûpa Erebî di Encumena Parêzvanan a Ajansa Navneteweyî ya Enerjîya Atomî de bilind nirxandin, ku ew xebat bi serokatîya Erebistana Siûdî û beşdarîya Urdun, Misir û Mexribê bû, û pesnê rola wan di pêşkêşkirina projebiryarê de da; bi rêzdarî li wê pejirandina ku bi rêya lihevkirina nerînan û tevahîya dengan hat encamdan nerî, ku ev yek piştgirîya welatên endam ji bo geşedanên erênî yên dosyaya Sûrîyê nîşan dide.