Doha-SANA
Îro Pêncşemê, Qeterê bi tundî derbasbûna serokwezîrê hikûmeta dagirkerîya Îsraîlê Benjamin Netanyahu bi awayekî neyasayî bo nav axa Sûrîyê şermezar kir. Her wisa piştrast kir ku ev yek destdirêjîyeke eşkere ye li ser serwerîya Sûrîyê, binpêkirineke berçav a qanûna navdewletî ye û gefeke metirsîdar e li ser ewlehîya herêmî.
Wezareta Derve ya Qeterê di daxuyanîyekê de li ser platforma “X”ê, bang li “civaka navdewletî kir ku ji bo neçarkirina dagirkerîya Îsraîlê bi pabendbûna bi biryarên rewatîya navdewletî, nemaze Peymana Veqetandina Hêzan a sala 1974an, û rawestandina êrîşên wê yên berdewam li ser axa Sûrîyê bi lezgînî tev bigere, bi rengekî ku rê li ber zêdebûna rageşî û alozîyê li herêmê bigire”.
Wezaretê dubare tekezî li ser piştgirîya tam a Dewleta Qeterê ji bo serwerî, serxwebûn û yekparçeyîya axa Sûrîyê kir, û piştevanîya xwe û rawestana li kêleka gelê Sûrîyê di rêya bidestxistina ewlehî, aramî û geşbûna wî de dupat kir.