Şam-SANA
Wezareta Derve û Koçberan, komxebatek bi rê ve bir; tê de pêşnîyarên hikûmeta Sûrîyê yên derbarê jinûveavakirina tîma Neteweyên Yekbûyî ya taybet bi Sûrîyê hat gotûbêjkirin. Komxebat bi beşdarîya alîkarên wezîran û rêveberên hevkarîya navdewletî pêk hat. Ev gav di çarçoveya destpêşxerîya “UN80” de tê, ji bo guncandina hebûna rêxistina navdewletî ligel şert û merc û pêşîneyên neteweyî yên niha.
Mihemed Bethîş, Rêveberê Beşê Hevkarîya Piralî di Wezareta Derve de, dîyar kir ku komxebatê bal kişand ser xurtkirina hevtemamkirinê di navbera rêxistinên NY de û dûrketina ji dubarebûna sazîyan, ligel piştgirîya hevrêzkarîya rasterast bi wezaretan û rêveberîya hevkarîya navdewletî re, bi rengekî ku bikaranîna herî baş a çavkanîyan pêk bîne, û piştgirîya pêşîneyên geşepêdanê yên hikûmetê bike, ji bo cîbicîkirina stratejîyên neteweyî.
Li aliyê din, nûnerê Wezareta Karûbarên Civakî û Kar, Behcet Hecar, dîyar kir ku nîqaş li ser avakirina tîmeke neteweyî hatiye kirin ji bo hevahengîkirina bi Neteweyên Yekbûyî re li ser proje û bernameyên cîbicîkirinê da ku bandoreke berbiçav li ser erdê were encamdan. Her wiha Hecar tekez kir ku kartên tenduristî, perwerde û parastinê li ser bicihanîna pêşîneyên başbûnê li hev kiriye, ku nerîna “Sûrîyeke bê Kamp” û ya “Sûrîyeke bê Madeyên Hişbir” di nav wan de ne.
Her wiha Zuhêr El-Qerat, Rêveberê Hevkarîya Navdewletî li Wezareta Tenduristîyê, tekezî li ser girîngîya yekkirina hewldanan û girêdana ajansên Neteweyên Yekbûyî bi plan û stratejîyên wezaretan re kir.




