Şam-SANA
Di 24 saetên borî de, di encama 18 bûyerên trafîkê de, kesekî canê xwe ji dest da û 24ên din birîndar bûn. Tîmên Parastina Sivîl a Sûrîyê yên Wezareta Rewşên Awarte û Birêvebirina Karesatan bersiva wan dan û alîkarîya pizîşkî ya seretayî pêşkêşî birîndaran kir û ew ji bo wergirtina dermankirinê veguhestin nexweşxaneyan.
Parastina Sivîl daxwaz ji şofêran kir ku pabendî sînorên lezê bibin, ji rewşa teknîkî ya otomobîlê piştrast bibin û ji tiştên ku mirov mijûl dikin ʺwek bikaranîna telefona destanʺ, dûr bikevin.
Her wiha tîman bersiv da 149 agirên cuda cuda (ku yek ji wan li zevîyên çandinîyê û 148 ên din li mal, dikan û nav gîya û darên hişk bûn); agir hatin vemirandin, zirar tenê madî bûn bêyî ku ti kes birîndar bibe.
Parastina Sivîl careke din di bîra welatîyan xist ku agir li herêmên daristanî û zevîyan vênexin, û paşmayîyên çixareyan û şûşeyên cam navêjin, her weha gihayên hişk neşewitînin û wan bi rêyên ewle rakin.








