Doha-SANA
Dewleta Qeterê pêşwazî li ragihandina Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ya derbarê destpêkirina rêkarên hilanîna rêzbendîkirina Sûrîyê wekî dewleteke piştevana terorê kir. Her wisa dît ku ev gav wekî geşedaneke erênî ye ku beşdarîyê di piştgirîkirina aramîyê de li Sûrîyê dike.
Ajansa Nûçeyan a Qeterê “QNA” ji zarê Wezareta Derve ya Qeterê, di daxuyanîyeke xwe ya duh Pêncşemê de ragihand û tekez kir ku ev rêkara Amerîkî gaveke piştgir e ji bo hewldanên ku armanca wan pêkanîna aramîyê ye li Sûrîyê û herêmê. Her weha rêça çareserîya sîyasî li gorî biryarên rewatîya navdewletî, û bi awayekî ku hêvî û daxwazên gelê Sûrîyê pêk bîne, xurt dike.
Daxuyanîyê helwesta neguhêr a Dohayê ya ku piştgirîya yekbûna Sûrîyê, serwerî û serxwebûna wê dike, nû kir. Her wiha rawestana wê li kêleka gelê Sûrîyê ji bo dabînkirina ewlehî, aramî û geşbûna wî piştrast kir.