London-SANA
Kargerê li şûna Nûnerê Taybet ê Birîtanyayê bo Karûbarên Sûrîyê, Barry Peach, pêşwazî li tevlîbûna Hêzên Sûrîya Demokratîk bo nav sazîyên dewleta Sûrîyê kir.
Peach, îro Çarşemê, li ser hesabê xwe yê platforma “X”ê nivîsand: “Em pêşwazîyê li ragihandina dawî ya hilweşîna Hêzên Sûrîya Demokratîk wekî hêzeke leşkerî ya serbixwe û tevlîbûna wê bo nav sazîyên dewleta Sûrîyê, dikin.”
Navborî wiha jî got: Ev tevlîbûn “gaveke girîng e ber bi Sûrîyeke aştîane, aram û yekbûyî ve”.