Waşington-SANA
Nûnerê Taybet ê Serokatîya Amerîkayê bo Sûrîye û Iraqê Thomas Barrack, duh Sêşemê tevlîbûna “Hêzên Sûrîya Demokratîk” (HSD) di nav sazîyên dewleta Sûrîyê de, li gorî her pîvanê nola bûyereke dîrokî bi nav kir ku serwerîya Sûrîyê xurt dike.
Barrack di peyamekê de li ser platforma “X”ê, derbarê tevlîbûna HSDê got: “Hevparekî xurt ber bi çarçoveyeke niştimanî ve gavan diavêje û Sûrîyeke hevgirtî ji bo her kesî ava dibe”.
Thomas Barrack her wiha anî ziman ku “Serkirdayetîya aqilmend a Serokê Amerîkayê Donald Trump, rê li ber yekbûna rêkxistî ya Hêzên Sûrîya Demokratîk di nav sazîyên dewleta Sûrîyê de vekir; dabeşbûnên berê veguherandin hevkarîyeke mayînde û derfeta xêzkirina paşeroja hevpar careke din da gelê Sûrîyê.”
Nûnerê Taybet ê Serokatîya Amerîkayê bo Sûrîye û Iraqê Thomas Barrack dîyar kir ku naskirina zimanê Kurdî di biwarê perwerdeyê de û dayîna rolên çalak ji bo Mezlûm Ebdî û Îlham Ehmed di nav hikûmeta Sûrîyê de, nîşana qedirgirtineke şayiste bo serkirdayetîya wan û her wiha ji bo beşdarîya avaker a Kurdan di aramîya navçeyê de ye.
Navborî axaftina xwe wiha qedand: “Yekîtîya rastîn ev e: Serketî û têkçûyî nînin; lê belê hevtayên berê yên xwedî nêrînên cuda, ji bo xurtkirina serwerîya Sûrîyê li ser çareserîyeke dîplomatîk li hev kirine; yek artêş, yek hikûmet, yek dewlet.”