Şam-SANA
Duh Duşemê, 24ê Tebaxa 2026an, li Sûrîyê qonaxeke ku nêzîkî 47 salan dom kir kuta bû.
Ev serdema ku ji 29ê Kanûna Pêşîn a 1979an ve bi bicihkirina navê Sûrîyê di lîsteya “welatên piştgirên terorê” de dest pê kiribû, duh bi daxuyanîya fermî ya Wezareta Gencîneyê ya Amerîkayê hat girtin.
Ev biryar piştî bidawîbûna dema yasayî ya Kongresê û nebûna tu îtirazekê, çû biwarê cîbicîkirinê.
Wezareta Gencîneyê ya Amerîkayê rakirina navê Sûrîyê bi fermî radigihîne
Ofîsa Kontrolkirina Hebûnên Bîyanî ya ser bi Wezareta Gencîneyê ya Amerîkayê ve, duh Duşemê nûkirineke fermî di rênimayên cezayan de weşand.
Di daxuyanîyê de hat dîyarkirin ku navê Sûrîyê bi temamî ji lîsteya welatên piştgirên terorê hatiye rakirin.
Ev pêngav wekî encama cîbicîkirina agahdarkirina Serokê Amerîkayê Donald Trump hat, ku di 8ê Tîrmeha borî de ji Kongresê re şandibû.

Destpêka rêçê: Agahdarkirina fermî ji Wezîrê Derve yê Amerîkayê
Pêvajoya yasayî ya vê biryarê di 8ê Tîrmeha 2026an de dest pê kir. Hingê Wezîrê Derve yê Amerîkayê Marco Rubio daxuyanîyek li jêr sernavê “Destpêkirina rêkarên betalkirina pênaseya Sûrîyê wekî welatekî piştgirê terorê” weşand û ragihand ku Serok Trump bi fermî Kongres ji vîna rêveberîya xwe agahdar kiriye.

Paşxaneya pênaseyê: 47 salên cezayên li dijî rejîma berê
Wezareta Derve ya Amerîkayê cara yekem di 29ê Kanûna Pêşîn a 1979an de, di serdema Serok Jimmy Carter de, navê Sûrîyê di lîsteya “welatên piştgirên terorê” de bi cih kiribû.
Di dehsalên pey re, hemû serokên Amerîkayê yên li pey hev ev pênase li ser bingeha reftar û sîyasetên rejîma borî nû kirin; ew rejîma ku li gorî raporên salane yên Wezareta Derve ya Amerîkayê piştgirîya komên çekdar berdewam dikir û baregehên hinekan ji wan koman di navenda Şamê de dihewandin.
2004: Berfirehkirina cezayan
Di 12ê Kanûna Pêşîn a 2003an de, “Qanûna Berpirsyarkirina Sûrîyê û Vegerandina Serwerîya Libnanê” ji alîyê Kongresê ve hat pesendkirin.
Di sala 2004an de Serok George Bush bi fermana kargêrî ya 13338an cezayên aborî yên giran li ser Şamê ferz kirin.

2011: Veguhastina cezayan bo sîstemeke giştgir
Bi destpêkirina Şoreşa Sûrîyê di sala 2011an de, cezayên Amerîkayê derbasî qonaxeke berfirehtir bûn.
Wezareta Derve ya Amerîkayê destnîşan dike ku rêkarên nû yên yekem di çarçoveya fermana kargêrî ya hejmar 13572an de di Nîsana 2011an de hatin destpêkirin.
Paşê ev dorpêç bi biryarnameyên din hatin berfirehkirin ku yên herî girîng ji wan fermanên 13573 (18ê Gulana 2011) û 13582 (17ê Tebaxa 2011) bûn.
Biryarnameya dawî qedexeyeke giştgir li ser hemû malûmilk û berjewendîyên hikûmeta Sûrîyê yên di bin desthilata Amerîkayê de ferz kir.
Qanûna Qeyserê.. Çîneke nû ya cezayan
Di Kanûna Pêşîn a 2019an de, Kongresa Amerîkayê “Qanûna Qeyserê ji bo Parastina Sivîlên Sûrîyê” pesend kir û di 17ê Hezîrana 2020an de çû biwarê cîbcîkirinê.
Vê yasayê cezayên neçarî li ser kes û sazîyên bîyanî yên ku bi hikûmeta berê ya Sûrîyê re serederî dikirin an piştgirîya sektorên aborî yên dîyarkirî dikirin, sepand.
Ji rizgarkirina Sûrîyê heya rakirina ji lîsteyê: Rêyeke dîplomatîk a bilez
Rizgarkirina Sûrîyê di 8ê Kanûna Pêşîn a 2024an de wekî werçerxana herî mezin a dîrokî hat pejirandin.
Ev bûyer di pêwendîyên Sûrîye û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê de bû qonaxeke dîyarker û rê li ber vekirina dosya cezayan bi temamî vekir.

Ji wê dîrokê û vir ve, bi armanca asayîkirina têkilîyan, pêngavên dîplomatîk, aborî û yasayî yên li pey hev hatin avêtin, ku wan pêngavan ji bo vê ragihandina dawî û dîrokî amade kirin.
8ê Tîrmeha 2026: Agahdarkirina fermî ya Kongresê û destpêkirina dema 45 rojan
Piştî hevdîtina Serok Ehmed El-Şeri’ ligel Serok Donald Trump li kêleka Lûtkeya NATOyê li Enqereyê di 8ê Tîrmeha 2026an de, Trump bi fermî Kongres haydar kir ku ew dixwaze pênaseya Sûrîyê wekî welatekî piştgirê terorê betal bike.

22ê Tebaxa 2026an.. Bidawîbûna dema Kongresê
Di 22ê Tebaxa 2026an de dema 45 rojan a ku bi agahdarkirina rêveberîya Amerîkayê ji bo Kongresê di 8ê Tîrmehê de dest pê kiribû, bi dawî bû.
Ev bidawîbûna dema nirxandinê, di rewşa nebûna îtirazê de, qonaxa dawî bû berî ku biryara betalkirinê bikeve biwarê cîbicîkirinê.
Rêçeke dîplomatîk û yasayî ku mîrata pênaseya ji sala 1979an ve kuta dike
Ev biryara Amerîkayê piştî rêzegavên sîyasî û yasayî hat ku têkilîya di navbera Şam û Waşingtonê de piştî hilweşîna rejîma berê ji nû ve ava kir.
Serdanên Serok El-Şeri’ û Wezîrê Derve Es’ed Hesen El-Şeybanî, vebûna Sûrîya nû li ser qadên Erebî û navneteweyî, û her wiha peywendîyên rasterast bi rêveberîya Amerîkayê re, faktorên sereke bûn di gihîştina vê biryara Amerîkî de.
