Waşington-SANA
Ofîsa Kontrolkirina Hebûnên Bîyanî ya ser bi Wezareta Gencîneyê ya Amerîkayê ve, îro Duşemê nûkirineke fermî di lîsteyên sizayan de belav kir.
Di daxuyanîyê de hat piştrastkirin ku navê Sûrîyê ji lîsteya “Dewletên Piştgirên Terorê” hatiye rakirin; ev yek piştî kutabûna rêkarên yasayî yên girêdayî çavdêrîya Kongresê û bêyî qeydkirina tu nerazîbûnan pêk hat.
Li gorî nûkirina ku li ser malpera fermî ya wezaretê hatiye weşandin, êdî Sûrîye nakeve bin hukmên lîsteya “Hikûmetên Lîsteya Terorê”, ku sînordarkirinên taybet bi serederîyên darayî û bankî jî di nav de bûn.
Ev biryar li ser bingeha agahdarkirina ku Serokê Amerîkayê Donald Trump di 8ê Tîrmeha borî de ji bo Kongresê şandibû tê, ku tê de destpêkirina rêkarên betalkirina vê pênasekirinê hatibû ragihandin.
Di nûkirinê de hat destnîşankirin ku ev biryar demildest dikeve biwarê cîbicîkirinê.
Her wiha hat dîyarkirin ku ev pêngav beşek e ji guhertinên perîyodîk ên ku Ofîsa Kontrolkirina Hebûnên Bîyanî li ser lîsteyên rêxistinî pêk tîne, bi awayekî ku pêşketinên yasayî û rêkarî yên pejirandî yên rêveberîya Amerîkayê nîşan dide.