Vîyena – SANA
Şandeyek ji Desteya Enerjîya Atomî ya Sûrîyê bi tîmên ji Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, Kanada û welatên din re, li baregeha Ajansa Enerjîya Atomî ya Navdewletî li “Vîyenayê”, guhertina sotemenîya reaktora “MNSR” a pir meyandî bi sotemenîyeke kêmmeyandî gotûbêj kir.
Serokê Desteya Enerjîya Atomî ya Sûrîyê Dr. Mudir El-Egle duh Pêncşemê ji SANAyê re, bidawîbûna civînên teknîkî yên ku hefteyekê berdewam kirin ji bo guhertina sotemenîya navokî bi armanca zindîkirina lêkolînên zanistî ragihand, û tekezî li ser pabendbûna Sûrîyê bi peymana (NPT), pêşxistina bikaranînên aştîyane û perwerdekirina kadroyan bi hevkarîya ligel Ajansa Enerjîya Atomî ya Navdewletî kir.
