Rîyad-SANA
Encumena Hevkarîya Kendavê îro Duşemê, derbasbûna hêzên Îsraîla dagirker bo nav xaka Sûrîyê û topbarankirina parêzgehên Quneytira û Derayê bi topan şermezar kir.
Encumenê careke din piştgirîya xwe bo Sûrîyê û parastina ewlehî, aramî, serwerî û yekparçeyîya xaka wê anî ziman, û redkirina xwe ya tam bo hemû binpêkirinên ku zirarê digihînin serwerî û ewlehîya wê dîyar kir.