Tblîsî-SANA
Li kêleka beşdarbûna xwe di Foruma Neteweyên Yekbûyî ya Xizmeta Giştî ya 2026an de ku li Tblîsîya paytexta Gurcistanê tê lidarxistin, Wezîrê Dadê Mezher El-Weys îro Çarşemê ligel hevtayê xwe yê Gurcistanî Baata Salia civîya.
Her du alîyan di dema hevdîtinê de, rola sazîyên dadwerîyê di xurtkirina şefafîyetê de, û girîngîya pêşxistina xizmetguzarîyên giştî û lezkirina pêşkêşkirina wan ji bo welatîyan gotûbêj kirin; her wiha rêyên xurtkirina hevkarîya navbera her du welatan di warên yasayî û dadwerî de, pevguhertina ezmûnan û hevahengîya di navbera sazîyên dadê de nirxandin.
