Cinêv-SANA
Wezîrê Rewşên Awarte û Birêvebirina Karesatan Raid El-Salih, hevdîtineke dualî bi Rêvebera Rêveberîya Aramî û Alîkarîyên Mirovî li Wezareta Derve ya Holendayê Nathalie Olijslager re pêk anî. Ev civîn li kêleka Konferansa Alîyên Peywendîdar bi Karûbarên Rakirina Mînan li Sûrîyê ku li bajarê Cinêvê yê Swîsreyê tê lidarxistin, hat encamdan.
Her du alîyan şêweyên xurtkirina hevkarîyê di warê karên girêdayî mîn û cebilxaneyên neteqîyayî de, û piştgirîkirina hewldanên niştimanî ji bo kêmkirina metirsîyên wan û parastina sivîlan gotûbêj kirin. Her wisa behsa pêdivîyên qonaxa bê û girîngîya piştevanîkirina bernameyên pîvan, rakirin û hişyarkirina ji metirsîyan hat kirin.