Şam-SANA
Cîgirê Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî ji bo Sûrîyê Claudio Cordone piştrast kir ku “dadgehkirina Atif Necîb, Beşar Esed û hin kesên din kêlîyeke dîyarker e di rêya lêpirsînê de,” û amaje bi wê yekê jî kir ku “girtina Emced Yûsif jî di heman çarçoveyê de tê.”
Cordone di parvekirineke li ser platforma “X”ê de dîyar kir ku rêkarên qanûnî, ji girtinê heta derketina biryara dadgehê, mijareke bingehîn e ji bo bidestxistina dadperwerîyê.
Navborî got: “Divê her mikurhatinek li pêşberî dadgehê were kirin. Mafê rizgarbûyan heye ku dadperwerîyê bi dest bixin û rastîya tam bizanibin.”