Şam – SANA
Alîkarê Wezîrê Navxweyî Lîwa Ebdulqadir Tehan, ligel şandeke Balyozxaneya Fransayê ya li Şamê, bi serokatîya karger Jean-Baptiste Faivre û Berpirsê Ewlekarîya Navxweyî di Balyozxaneyê de Jean-François Mériguet, mekanîzmayên pêşxistina têkilîyên dualî yên di navbera her du welatan de gotûbêj kirin.
Wezareta Navxweyî îro Duşemê eşkere kir ku her du alîyan di civînê de behsa bihêzkirina rêyên hevkarîya hevbeş di warên ewlekarîya hundurîn, dabînkirina parastinê û pevguhertina ezmûnên pîşeyî kirin.
Civîn bi amadebûna Rêveberê Rêveberîya Parastin û Ewlekarîya Dîplomatîk Eqîd Ehmed El-Hemdî û nûnerê Rêveberîya Hevkarîya Navneteweyî ya Wezaretê bi rê ve çû.




