Emman – SANA
Cîgirê Serokwezîr û Wezîrê Derve yê Urdunê Eymen El-Sefedî tekez kir ku têkilîyên Urdun û Sûrîyê di rewşên xwe yên herî baş de ne, li ser hemû astên sîyasî, ewlehî, leşkerî û aborî.
El-Sefedî û berpirsên Urdunî ligel Serokê Sûrîyê Ehmed El-Şeri’ rûbirûbûna qaçaxçîtîya madeyên hişbir, çekan, terorê û çalakirina hevkarîya aborî gotûbêj kirin. El-Sefedî piştrast kir ku Urdun bi temamî piştgirîya aramîya Sûrîyê û piştgirîya wê di qonaxa “jinûveavakirinê” de dike, û êrîşên Îsraîlê yên li ser Sûrîyê şermezar kirin.
Wezîrê Derve û Koçberan Es’ed Hesen El-Şeybanî îro berî demekê peywendîyeke telefonî ligel El-Sefedî encam dabû, ku tê de geşedanên dawî yên herêmî, nexasme mijarên girêdayî ewlehîya herêmî û hevkarîya Erebî gotûbêj kirin.