Koblenz-SANA
Dadgeha Herêmî ya Bilind li bajarê Koblenzê yê Almanyayê, dest bi guhdarîkirina îfadeyên şahidan kir, di doza pênc kesên gumanbar de, yên ku bi tawanên şer û tawanên dijî mirovahîyê li Kampa Yermûkê ya Şamê di navbera salên 2012 û 2014an de tên tohmetbarkirin.
Ew gumanbar bi tohmetên kuştin û hewldana kuştinê tên dadgehkirin, bi taybetî gulebarandina li ser xwepêşanderan di Tîrmeha 2012an de.
Şahidekî ji niştecihên kampê tekez kir ku wî tohmetbar di dema tepeserkirina xwepêşandanekê de nas kirine, berî ku paşê li Almanyayê wan bibîne.
Parêzer û çalakvanê mafên mirovan Enwer El-Bunî dîyar kir ku belgekirina vê dozê di sala 2015an de dest pê kiriye û ji sala 2019an ve bi awayekî sîstematîk hatiye berfirehkirin, heta ku di sala 2023an de dosya radestî dozgerîyê hatin kirin.
El-Bunî her wiha destnîşan kir ku ev doz ya yekem e ku tê de “dorpêçkirin” wekî tawaneke dijî mirovahîyê tê dîtin, û tohmetbar bi peywendîya ligel milîs û şaxên ewlekarîyê tên tawanbarkirin.
Ev dadgehkirin li gor prensîba “Wilayeta Dadwerî ya Cîhanî” tê meşandin da ku rê li ber bêcezamanê were girtin.
