Moskova – SANA
Wezîrê Karên Derve û Koçberan ê Sûrîyê Esʼed Hesen El-Şeybanî û Wezîrê Berevanîyê Lîwa Murhef Ebû Qesre li Moskoyê bi Serokê Rûsyayê Vladimir Putin re civîyan, di civînê de gelek mijarên sîyasî, leşkerî û aborî yên têkildarî her du welatan hatin gotûbêjkirin, bi taybetî giringî dan hevkarîya stratejîk di warê pîşesazîya leşkerî de.
Her du alîyan di hevdîtinê de behsa rêyên pêşxistina hevkarîya leşkerî û teknîkî kirin, bi awayekî ku şîyanên parastinê yên Artêşa Sûrîyê xurt bike da li gorî pêşketina ku di warê pîşesazîya leşkerî de çêbûye be, bi taybetî di warên nûjenkirina cebilxaneya leşkerî, û sûdewergirtina ji pisporîya teknîkî, û hevkarîya di warê lêkolîn û pêşxistinê de, da ku bibe alîkar di xurtkirina sîstema parastina neteweyî û piştgirîya ewlehî û aramîya Sûrîye û herêmê de.
Li ser asta sîyasî, her du alîyan pêşketinên herêmî û navdewletî gotûbêj kirin û tekezî li ser giringîya hevrêzkarîya sîyasî û dîplomatîk a di navbera Şam û Moskoyê de li ser asta navdewletî kirin.
Her wiha her du alîyan bal kişandin ser pêdivîya rêzgirtina li prensîbên yasaya navdewletî û redkirina destwerdanên derve di karên navxweyî yên welatan de.
Di warê aborî de, mijarên berfirehkirina hevkarîya aborî û bazirganî gotûbêj kirin, û giringî dan piştgirîya projeyên avakirinê, pêşxistina sektorên binesazîyê, handana veberhênanê li Sûrîyê her wiha xurtkirina bazirganîya di nav her du welatan de, bi awayê ku bandoreke erênî li aborîya Sûrîyê bike û bibe sedema baştirkirina mercên jîyanê.
Serok Pûtîn di civînê de helwesta piştgirîya neguhêr a Rûsyayê ji Sûrîyê re dubare kir, û tekezî li ser giringîya parastina yekparçeyîya xaka Sûrîyê û serwerîya wê kir. Pûtîn projeyên ku armanca wan dabeşkirina welat be yan destdirêjî li ser biryara wî ya neteweyî ya serbixwe be, red kirin. Her wiha helwesta Moskoyê ya li dijî binpêkirinên dubare yên Îsraîlê ji xaka Sûrîyê re nû kir, û ew binpêkirin wekî gefeke rasterast li ser aramî û ewlehîya herêmê bi nav kirin.