Çend Paytex – SANA
Berpirs û balyozên Ewropî, bi boneya salvegera yekemîn a rizgarkirina Sûrîyê ji rêjîma rûxîyayî, pabendbûna Yekîtîya Ewropayê û welatên xwe bi piştgirîya wê û meşa wê ya ber bi başbûnê ve tekez kirin.
Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Jean-Noel Barrot di hesabê xwe yê li ser Xê de wiha got: “Berî salekê, rêjîma Beşar Esed hilweşîya û dojeha girtîgeha Seydnayayê bi dawî bû, divê ev kêlî bibe xala bêveger.”
Serokê Konseya Ewropayê Antonio Costa jî ji alîyê xwe ve li ser hesabê xwe yê Xê tekez kir ku Yekîtîya Ewropayê li kêleka Sûrîyê radiweste û bi piştgirîya wê û jinûveavakirina wê pabend e.
Her wihaŞandeya Yekîtîya Ewropayê li Sûrîyê li ser hesabê xwe yê Xêdanezanek belav kir û tê de bi boneya rizgarîyê pîrozbahî li Sûrîyan kir.
Ji hêla xwe ve, Balyozê Îtalyayê li Şamê Stefano Ravagnan, piştgirîya welatê xwe ji bo Sûrîyê, sazîyên wê û meşa wê ya ber bi başbûn û aramîyê ve nû kir.
Gelê Sûrîyê îro salvegera yekemîn a rizgarkirina Sûrîyê ji rêjîma rûxîyayî pîroz dike, da ku kêfxweşî û hêvîya xwe ji bo paşerojeke geş ji welatê xwe re bînin ziman.