Wașington-SANA
Serok Ehmed El-Şeri’ îro li baregeha Fona Diravî ya Navneteweyî li Wașingtonê, bi Rêvebera Giştî ya Fona Diravî ya Navneteweyî Kristalina Georgieva re civîya. Civîn bi amadebûna Wezîrê Karên Derve û Penaberan Es’ed Hesen El-Şeybanî hat sazkirin.
Di civînê de, awayên hevkarîya pêşbînîkirî di navbera Sûrîyê û Fona Diravî ya Navneteweyî de ji bo xurtkirina çerxa pêşketin û geşepêdana aborî li Sûrîyê hatin gotûbêjkirin.



