Şam-SANA
Çavkanîyeke berpirsyar di Wezareta Karên Derve û Penaberan de tekez kir ku ti rastî ji daxuyanîya ajansa Reutersê derbarê baregehên Amerîkî yên li Sûrîyê tune.
Çavkanîyê ji SANAyê re got: “Qonaxa niha guhertinekê di helwesta Amerîkî de dibîne ber bi mijûlbûna rasterast bi hikûmeta navendî ya Sûrî re, û piştgirîya hewldanên yekkirina welêt û redkirina her bangewazîyên dabeşkirinê.”
Çavkanîyê her wisa got: “Kar li ser veguhestina hevkarî û têgihîştinên ku bi sazîyên demkî re mecbûrî bûn, bo Şamê tê kirin, di çarçoveya hevrêzîya sîyasî, leşkerî û aborî ya hevpar de.”
Çavkanîyê destnîşan kir ku Sûrîyê di serdema xwe ya nû de bi pêş ve ber bi bicihkirina aramîyê, û xurtkirina hevkarîya ku li ser serwerîya niştimanî û rêzgirtina dualî hatiye avakirin, diçe.