Şam-SANA
Piştî civîneke sêalî li Rîyadê ku ji Sûrîye, Erebistana Siûdî û Kosovayê pêk dihat,Wezareta Karên Derve û Koçberan a Sûrîyê, danpêdana welatê xwe bi Komara Kosovayê wek dewleteke serbixwe û xwedan-serwerî ragihand.
Wezareta derve da xuyakirin ku ev biryar ji wê yekê tê ku Sûrîye bawer e bi mafê çarenûsî ji gelan re, her weha ew her dem kar û xebatê dike ji bo aştî û aramî li Belqan û cîhanê peyda bibin.
Her weha Wezaretê kar û xebata Siûdîyê ji bo piştgitîya dîyalogê bilind nirxand û tekez kir ku ew dixwazin têkilîyên hevkarîyê di warê sîyasî û abûrî û çandî de bi Kosovayê re ava bikin.