Şam-SANA
Serok Ehmed El-Şeri, îro li Şamê pêşwazîya Nûnerê Taybet ê Amerîkayê ji bo Sûrîyê Tomas Barak û Fermandarê Fermandarîya Navendî ya Amerîkayê Admiral Brad Cooper kir.
Di hevdîtinê de, Wezîrê Derve û Koçberan Es’ed Hesen El-Şeybanî, Wezîrê Berevanîyê Murhef Ebû Qesra û Serokê Dezgeha Îstixbarata Giştî Husên El-Selame jî amade bûn.
Di civînê de, pêşhatên nû yên li Sûrîyê, awayên piştgirîkirina pêvajoya sîyasî û xurtkirina ewlehî û aramîyê, hatin gotûbêjkirin.
Herwiha, mekanîzmayên cîbicîkirina rêkeftina 10ê Adarê jî ya ku yekîtî û serwerîya xaka Sûrîyê diparêze, di wê civînê de hatin behskirin.
Di 10ê Adara borî de, dewleta Sûrîyê û Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD), gihiştin peymanekê ku tevlîbûna HSDê di nav sazîyên Komara Erebî ya Sûrîyê de, tekezkirina li ser yekîtîya xaka Sûrîyê û redkirina parçekirinê, tê de cih digirin.




